• Peyama Sîrwan Kawsî ji bo civîna jinûve aktîvkirina Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê!
Hevbîrên hêja, silavên azadî û serxwebûnê li we bin, hêvîdar im hûn sax û silamet bin.
Ciyê şanazî û kêfxweşiyeke mezin e ji bo min ku îro di nav beşek ji dilsoz û niştimanperwerên nifşê nû yê Kurdistanê de em behsa destpêkirina xebat û çalakiyên neteweyî yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikin. Herwiha şanaziyeke mezin e jî ji bo we yên hêja ku we biryareke dîrokî daye ku li jêr navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê xebata pîroz a neteweyî û têkoşîna li ser rêya serxwebûna Kurdistanê bidomînin.
Hevbîrên hêja!
Em dizanin xebata ji bo serxwebûna Kurdistanê zêdetirî sedsalekê ye didome û destpêka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bi rêbertiya serkirdên Kurd birêve çûye ku ji serokeşîr û mîr û kesayetiyên olî û civakî pêk dihatin û mamosteyê mezin Cemal Nebez ev proje wekî qonaxa rêberên klasîk ên Kurd bi nav kiriye, û ji Şêx Ubeydullahê Şemzînî ve dest pê dike û bi tevgera Mela Mistefa Barzanî bi dawî dibe. Ligel têkoşîna rêberên klasîk ên Kurd, her di salên 1934, 1935 û 1937an de çendîn rêxistinên neteweyî wekî Komela Hêvî (Hîwa), Komela Birayetî û Komela Darker li Başûrê Kurdistanê hatin damezrandin, Mamosta Refîq Hilmî, Şêx Mehmûdê Hefîd û Dildarê helbestvanê ”Ey Reqîb” di rêza endamên damezrîner ên wan rêxistinên neteweyî de bûn. Ji ber vê yekê dema Şahê Kurdistanê Şêx Mehmûd serxwebûn ragihand, ev mijar wekî bûyer û helwesteke şexsî û ji nişka ve nebû, belkî berê di çarçoveya rêxistinî de xebat jê re hatibû kirin.
Ji wê serdemê heta îro xebata ji bo serxwebûna Kurdistanê ji aliyê kesayetiyên akademîk û nivîskar û siyasetmedar an rêxistinên neteweyî ve hatiye domandin. Eger em bixwazin berawirdiyekê di navbera duh û îro de bikin, em dibînin asta hişyariya neteweyî û bîra Kurdistanî gelekî lawaztir e ji ya borî. Sedema vê jî bêguman beşek vedigere bo siyaseta jenosîda berdewam û berfireh a sed salî ya dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jenosîda ziman û çand û ferhenga Kurd, lê beşa zêde ya paşveçûna Kurd li hember bîra xwebûnê vedigere bo serhildana hizbên neneteweyî li Kurdistanê û siyaseteke ewqas hilweşîner li hember pirsa serxwebûna Kurdistanê meşandine û dimeşînin ku bi rastî hizbên karesat-afirîner in ji bo Kurd, ne hizbên rizgarîxwaz ên Kurdistanê.
Di çaryeka yekem a sedsala bîstî de Şêx Mehmûd Melleketa Serbixwe ya Kurdistanê li herêmeke biçûk li Başûr radigihîne, lêçî di çaryeka dawî ya sedsala bîstî de serkirdên Kurd piştî karesata Enfal û Helebce û şewitandina Kurdistanê guh nadin wê piştevaniya navneteweyî ya li hember Kurd serî hilda, diçin Bexdayê û pozê Seddamê xwînxwar maç dikin û daxwaza otonomiyê jê dikin; di çaryeka yekem a sedsala bîstî de li sê parçeyên Rojhilat, Başûr û Bakur neteweya Kurd raperîna mezin pêxist ji bo armanca serxwebûna Kurdistanê, lê di çaryeka yekem a sedsala 21ê de û piştî zêdetirî sed sal qurbanîdanê serkirde pêşbirkê dikin ka kî daxwaza teslîmbûn û çekdanîn û demokrasiyê ji bo Tirkiyeyê dike!? Hizba neneteweyî ya kurdîaxêv Kerkûk û nîvê xaka Başûrê Kurdistanê teslîmî dagirker dike, li Rojhilatê Kurdistanê jî ev rewşa hizban e ku ewqas lawaz û pertekbûyî û nakok in nikarin li ser xaleke hevbeş û bingehîn li hev bikin.
Em hemû van tiştan dizanin ji ber ku em neteweyî ne û ji nêrîna berjewendiya neteweyî ve li pirsa Kurd û pirsgirêk û girêkên wê dinêrin. Herwiha ligel vê rewşa aloz a siyasî ya hizbên Kurdistanê ji bo neteweya Kurd çêkirine, em hişyariyeke neteweyî dibînin ku di nav çîna ciwan û xwendevarên Rojhilatê Kurdistanê de serî hildaye. Fîlm û gotar û çalakiyên çandî û şêwaza birêveçûna boneyên neteweyî û çalakiyên medenî bi giştî ji me re dibêjin ev parçeye di roja îro de li gorî parçeyên din çendîn pêngavan li pêştir e, li du beşên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî gelek kor û komelên rewşenbîrî yên neteweyî serî hildane ku ev guherîna erênî pêwîstiyeke zêde bi hebûna saziyeke neteweyî wekî Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê heye ku bikare bala hemû neteweperwerên Kurdistanê bo layê xwe rabikişîne û bibe sêwaneke (çetreke) neteweyî ji bo seranserê Kurdistanê.
Hevbîrên xoşewîst!
Xebata neteweyî ya nifşên berê bi Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê ve jî dûrî şaştî û kêmasiyan nebûn, Kajîk û Pasok û piştre Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê tevî hemû dilsoziyan nekarîn di nav civaka Kurdistanê de geşe bikin. Ez ezmûna xwe ji we re dibêjim, di Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê de salanekê mezintirîn saziya neteweyî bû li derveyî welat heta radeyekê jî şax û popên wê li Kurdistanê jî belav bûn, mixabin zêdetirî deh salan beriya niha ji ber pirsgirêka serok û serokayetiyê ji xebat û çalakiyê rawestiya, aboriyeke nezelal û dîplomasiyeke lawaz û çendîn xalên lawaztir ên din sedem bûn Kongre ji xebat û çalakiyê raweste ku ev jî bêguman pêwîstî bi lêkolîneke hûr û demeke guncaw heye.
Di çend salên borî de min hejmarek ji niştimanperwerên nifşê nû naskirin, di nav wan de Hevbîr Manî Rehîmî û Hevbîr Eta Cemalî zêdetir bala min kişandin bi wê yekê ku wek beşek ji wan rewşenbîran nînin ku dem bi dem û dema derfet hebe çalakiyekê bikin an babetekê binivîsin, ev herdu birêz bi berdewamî û xwebexşane têkoşiyane ji bo belavkirina hizra neteweyî û hewl jî dane ji bo danîna kevirê bingehîn ê saziyeke neteweyî bi şêwazeke hemdemane. Ji ber vê yekê dema pêşniyaza wê yekê li min kirin ku ez piştevaniya wan bikim da ku Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê dest bi xebata siyasî û neteweyî bike û Kongre bibe sekoyek ji bo komkirina hemû niştimanperweran li Kurdistanê û li derve. Bi xweşhalî ve min daxwaz û pêşniyaza wan qebûl kir, dilxweş bûm keda hevbîrên berê yên Kongreyê bi badilhewa neçûye, ji ber vê yekê ez amade bûm malpera zengîn a Kongreyê bidim wan, di paşerojeke nêzîk de jî çi arşîv û belge hebin ku min li çend cihan hilanîne, di xizmeta we hevbîrên birêz de datînim.
Di dawiyê de çend xalan dixim ber çavan, dibe ku bê sûd nebin. Rêxistineke neteweyî pêwîstiyeke zêde bi dabînkirina darayiya serbixwe heye. Komîteyeke şareza ya warê darayî dikare Kongreyê bike saziyeke zengîn û serbixwe ku bikare erk û pêdiviyên xwe pê dabîn bike. Babeta ragihandinê girîngiyeke zêde heye ku hizir û hişyariya neteweyî di nav cemawerê Kurdistanê de belav bike. Herwiha sazkirina rêxistina neteweyî li wan beşên Kurdistanê yên li jêr desthilata dagirkeran de ne, herwiha damezrandina komîteya dîplomasî ya şareza, zimanzan û pispor di warê dîplomasiyê de.
Babeteke din peywendî bi peyrewa navxwe ya Kongreyê ve heye, bi baweriya min berçavgirtina wê pêwîst û girîng e, ew jî babeta serok û serokayetiyê ye; pêwîst e şêwaz û mekanîzmayek bê dariştin ku ti hevbîrek çi qas dilsoz û çalak û zîrek jî be, nekare dezgeha neteweyî bixe jêr destê xwe. Dîsa rîs nebe hûrî!
Hevbîrên xoşewîst!
Bi xebat û têkoşîna we ya pîroz dilxweş û geşbîn im. Piştrast im bi hebûna we yên zana û neteweyî, neteweya Kurd dê paşerojeke ronak û geş hebe. Bi xêr hatin bo Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê, bo Kongreya mamosteyê bîra neteweyî Mamosta Cemal Nebez ku damezrandina Kongreyê li salên destpêka heştêyan a sedsala borî, fikra wî bû, Kongre salanekê sekoya xebata dehan kesayetiyên akademîk û civakî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Kongre bibû cihê hêviya hezaran dilsoz û niştimanperweran. Piştrast im nifşê nû yê neteweyî bi xebat û têkoşîna xwe ya dilsozane hûn ê Kongreyê bigihînin astekê ku bibe zimanrewş û berpirsyarê pirsa Kurd li navxweyê Kurdistanê û li asta civaka navneteweyî.
Her hebin ji bo xizmeta bîra pîroz a serxwebûna Kurdistanê!
Her şekave be ala bilind û pîroz a serxwebûna Kurdistanê!
Bira û hevbîrê we: Sîrwan Kawsî
09/11/2025
