Kurdistaniyên serbilind û xwedî rûmet! Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê! Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, parêzvanên serweriya nîştimanî!
Destpêka êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê, ne tenê rûdaneke leşkerî ye, belkî werçerxaneke stratejîk û dîrokî ya bêwêne ye di hevsengiya hêzê de. Ev qonaxa dawî ya wê pêvajoya endazyariya jeopolîtîk e ku dê rûyê Rojhilata Navîn biguherîne û destpêka serdemeke nû ye ji bo statuya siyasî û îradeya neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê.
Bi vê minasebetê, Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNC), wek saziya bilind a neteweyî, daxwaz dike ku di vê kêliya dîrokî de dawî li her cure nakokî û neyektîbûna navxweyî bê. Ji bo bihêzkirina mîkanîzma rizgariya neteweyî û qezenckirina vê derfeta zêrîn, pêwîst e hemû aliyên siyasî yên derveyî hevpeymaniyê, bêyî derengketin, tevlî vê çarçoveya nîştimanî bibin. Ev yek mercê bingehîn e ji bo dabeşkirina armancdar a erk û karan li ser bingeha çavkaniyên siyasî, dîplomatîk û leşkerî yên neteweyê.
Hêzên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê, wek stûna sereke ya parastina neteweyî, berpirsiyariyeke ontolojîk û dîrokî li ser milê wan e ji bo rizgarkirina axa pîroz a welatê me. Pêwîst e hûn rûmeta neteweyî û ewlehiya gelê Kurdistanê biparêzin û dilniyabûnekê bidin nەتەوەyê ku hûn parêzvanên serweriyê ne.
Diasporaya çalak a Kurd, wek “axa azadkirî ya manewî”, divê hemû şiyanên xwe yên lobîkirinê di nav parlament û navendên biryardana siyasî ya dewletan de bixebitînin, da ku îradeya siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê wek faktorekî sereke di nexşeya nû de bê qebûlkirin.
Em bang li hemû potansiyelên neteweyî yên beşên din ên Kurdistanê dikin ku wek yek cesteyî piştgiriyê bidin rûniştina çarenûsa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê. Roja me, roja yekgirtina îradeya dewletsaz e.
Ber bi rizgarkirina sêyemîn beşa axa pîroz a Kurdistanê!
Xwedê Kurdistanê biparêze Xwedê Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê biparêze Xwedê gelê serfiraz û rizgarixwaz ê Rojhilatê Kurdistanê biparêze
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNC) 28ê Sibata 2026

