Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNC)
Daxuyaniya Jinûve Destbikarbûnê
Hevniştimaniyên Kurdistanê! Têkoşerên rêya serwerî û azadiyê!
Neteweya Kurd wekî neteweyeke xwedî dîrok di dilê Rojhilata Navîn de, zêdetirî sedsalekê ye li jêr siya dagirkerî û dabeşkirineke destkird de tê binpêkirin. Neteweyeke ku hest bi hebûna xwe bike, lê hewla derxistina wê hebûna xwe ya giştî nede, di rastiyê de biryara li ser bindestmana xwe dide. Biryarek ku encama nebûna îradeya biryardana giştî ye. Neteweyek bêyî pawan (qada desthilatê), bêyî îradeya siyasî ya kara û bêyî nîzama çalakiya yasayî li seranserê sînorên xwe, her dem li pêşberî gefa tunebûnê ye.
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ku di sala 1985an de wekî çarçoveyeke neteweyî ji bo komkirina şiyanan û yekxistina gotara siyasî hate damezrandin, di dîroka xwe de qonaxên girîng birîne. Herçend piştî sala 2010an ve çalakiyên wê ber bi sistiyê ve çûn, lê pêwîstiya dîrokî ya ji bo hebûna “Saziya Dayik” qet bi dawî nehatiye. Îro nifşekî nû ji stratejîst û niştimanperwerên Kurdistanê, bi îradeyeke pola û bi nêrîneke nû ve, Jinûve Destbikarbûna Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNC) radigihînin.
Armancên sereke yên vê destbikarbûnê:
• Vejandina îradeya neteweyî: Guhertina aqiliya “kêmaniya bindest” bo aqiliya “neteweya xwedî xak û serwerî”.
• Sazîbûna stratejîk: Karkirina li ser bingeha destûra Kurdistanê ji bo rêkxistina peywendiyên neteweyî li navxwe û li derve.
• Dariştina gotara yekgirtî: Derbaskirina pertekîbûna siyasî û komkirina hemû şiyanan di nav çarçoveya berjewendiya bilind a neteweyî de.
• Rûbirûbûna dagirkeriyê: Rizgarkirina Kurdistanê ji rewşa dagirkirî û têkoşîna li ser rêya armanca bilind a serxwebûn û damezrandina Dewleta Kurdistanê.
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê, jûrek e ji bo hizirîn û biryardana neteweyî û kar ji bo qonaxa veguhêz ber bi serxwebûn û serweriyê ve dike. Em bi rêya damezrandina organên pispor û tîmên jêhatî li ser bingeha şayîstesalariyê, hemû kayên stratejîk ên Kurd di binesaziya yasayî, dîplomasî û darayî de rêk dixin. Armanca me guhertina enerjiya pertekî ya navxwe û diyasporayê ye bo hêzeke sazîbûyî ku paşkoyetiya siyasî red bike û nasnameya neteweyî li asta navneteweyî wekî welatekî xwedî îrade biçespîne.
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê xwe li hemberî ti partî, rêxistin û damûdezgeheke heyî li ti cihêkî Kurdistanê pênase nake, belkî xwe wekî çarçoveyeke hevkarî û hevpiştiya Kurdistanî li ser bingeha Kurdistanîbûnê radigihîne.
Bi vê boneyê daxwazê ji hemû aliyên siyasî, rêxistinên biçûk û mezin ên mafên mirovan, çandî û civakî, rewşenbîr û dilsozên seranserê Kurdistan û diyasporayê dikin ku di vê karwana nû de hevkar û piştevan bin. Serkeftina me di yekgirtîbûn û sazîbûna me de ye.
Bijî Kurdistan, bijî serwerî û serxwebûn
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNC)
22yê Çileyê (Kanûna Duyem) 2026
2yê Rebendana 2725

