Daxuyaniya Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê
Derbarê rewşa heyî ya Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê
Ezmûn ji me re dibêje, “êşa hevpar” bihêztirîn ajokerê yekdengiya neteweyî bûye li Kurdistanê. Lê heman ezmûn ji me re dibêje ku ew yekdengiya neteweyî ya ku tenê ji ber wê hokarê (sebebê) çêdibe, nekarîye bibe “yekdengiyeke siyasî” ku Kurd ber bi rizgariya welat û neteweya xwe ve bibe. Belkî her carê, tiştê ku ji bo Kurd bûye derfet û ji bo dijminan qeyran, ji ber hişyariya dijminan û nehişyariya Kurd berevajî bûye; wate di berjewendiya dijminên Kurdistanê û di ziyana Kurdistanê de bi dawî bûye.
Niha ku birîneke hevdem ji aliyê sê dijminên Kurdistanê ve: Îran bi komkujiya Kirmaşan, Îlam û Luristanê, Sûriye bi dagirkerî û hewldana jinavbirina neteweyî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye bi pîlana aştiyê ya li dijî paşeroja her du Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ketiye can û giyanê neteweya Kurd; ev birîn bi du awayan dikare potansiyela rizgarker a vê şiyarbûna Kurdistanî ji nav bibe. Ji aliyekê ve bi guhertina xirab a naveroka wê lihevkirina ku li ser pirsa Rojavayê Kurdistanê çêbûye ber bi derketineke “çandî û estetîkî” lê ne-rizgarker, û ji aliyê din ve bi wê “bêdengiya giştî” ya ku bi hinceta girtina rêyên peywendiyê derbarê pirsa Rojhilatê Kurdistanê li Îlam, Kirmaşan û Luristanê hatiye holê. Diyar e ku ev derfet jî dibe ku di berjewendiya dijminên Kurdistanê de bi dawî bibe û dîroka dagirkiriya Kurdistanê dirêjtir bibe.
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ku li ser bingeha “Kurdistanîbûnê”, xwe wekî hilgirê erkê armanca neteweyî ya Kurdistanê, wate serxwebûn û serweriya neteweyî pênase dike, ji bilî wê yekê ku bawerî bi wê heye ku çarenivîsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û pirsa ti parçeyekî Kurdistanê bêyî amadebûn û xwedîderketina parçeyên din nikare pêngavekê ber bi çareseriyê ve hilbigire, di heman demê de rewşa ti parçeyekî Kurdistanê nabe di ber parçeyên din de were paşguhxistin. Zarokekî Kirmaşanî û zarokekî Kobanî û zarokekî Amedî û zarokekî Hewlêrî di heman astê de nifşê paşerojê yê Kurdistanê ne. Xaka Kobanî, Hewlêr, Amed û Kirmaşanê di heman astê de xaka Kurdistanê ne. Ev nêrîn ji me re dibêje; hevdem ligel wê yekê ku ciwan û lawên hemû Kurdistanê erkdar in bi parastina hemû xak û xelkê welat, “hevparêziya neteweyî” ne bi wateya valakirina parçeyekî Kurdistanê ye ji bo parçeyên din, belkî ew erka tevgera siyasî ya wan parçeyan e ku divê bi yek-armancî, hevdengî û hevkariyê li ser bingeha gotar û kiryarê, wê hevgirtina neteweyî-niştimanî îsbat bikin; ne ku di wan deman de ku lawên Kurdistanê di bin bandora hest û soza neteweyî de sînoran dibezînin, tevgerên siyasî bi helwestên berjewendîxwaz sînoran zeqtir û navberan firehtir bikin.
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyekê ve hişyariyê dide derbarê hewldanên binehişî yên bo nezokkirina (bêencamkirina) wê lihevkirina berfireh a ku li ser pirsa Rojavayê Kurdistanê hatiye holê, û ji aliyê din ve hişyariyeke cidî dide derbarê bêbiha-kirina xwîna şehîdên Îlam, Kirmaşan û Luristanê. Bi awayekî ku eger medya, rewşenbîr û çalakvanên xwedî berpirsyarî rê li ber valakirina naveroka pirsa xak û neteweyê negirin, û eger rê li ber pîlana dijminane ya Îranî ya ji bo dirustkirin û firehkirina “kelena nasnameyî û niştimanî” di navbera sê parêzgehên Luristan, Îlam û Kirmaşanê ligel Sine û Urmiyê negirin ku niha di gerê de ye, paşerojeke gelek xirab li benda hemû Kurdistanê ye.
Banga Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ew e ku di berdewamiya rewtê hevpiştiyan de, “Kurdistan wekî Xak”, zêdetirîn rengvedana xwe di xwepêşandan û helmetên cemawerî û hewldanên dîplomatîk de hebe û “Kurdistanîbûn”, wate pêkbesteyeke niştimanî ku mirovê Kurd bi xakê ve girê bide ne tenê bi xwînê ve, bibe navenda wê hevgirtinê bi armanca rizgariya welat ji rewşa dagirkirî û derbaskirina neteweya me ji rewşa bêdesthilatî. Di heman demê de, Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê bi erkê destûrî yê xwe dizane ku di hemû qadên mumkin de berpirsyariya Kurdistanî ya xwe hilbigire û Kurdistaniyan ji rewt û encamên hewldanên xwe agahdar bike.
Pêkve, ber bi armanca dewlet, serxwebûn û serweriya neteweyî…
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNC)
25ê Çileyê (Kanûna Duyem) 2026
5ê Rêbendana 2725

