7ê Cotmeha 2023an yek ji tarîtirîn rojên sedsala bîst û yekê di bîrê de dihêle û wê her dem wek lekeyeke reş li ser rûyê dîrokê bimîne. Di wê rojê de, li ber çavên cîhanê, bi sedan zarok, ciwan, jin û mêrên Îsraîlî, tenê ji ber ku Cihû bûn, di êrîşeke terorîstî de hatin komkujîkirin.
Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê bi rêzdarî qurbanên wê êrîşa terorîstî bi bîr tîne û hevxemî û piştgiriya xwe ji malbatên qurbanan, gelê Cihû û Dewleta Îsraîlê re diyar dike.
Herçiqas 7ê Cotmehê bi karesateke wiha dest pê kir, lê ew bû destpêka guhertinên ewqas mezin û kûr li Rojhilata Navîn ku dibe ku ev herêm di pêşerojeke nêzîk de êdî xwe nas neke. Ew bû destpêka qonaxeke nû ji bo tecrûbekirina ewlehî, aşitî, aramî, pêşketin û serweriya neteweyan.
Di demên guhertinê de, ewên ku li eniya ronahî, hêz û azadiyê disekinin, wê parastî bimînin. Eniya ronahiyê eniya li dijî dagirkerî, jenosîd, terorîzm, xewnên emperyal ên Tirk û Îranî, û nasyonalîzmên dijî Cihû û dijî Kurd ên herêmê ye. Ji ber vê yekê, Siyonîzm û Kurdistanîzm ne tenê du ramanên rizgarixwaz ji bo her du gelên Cihû û Kurd in; ew herwiha ramanên ronahiyê ne, li hember zulmet û tarîtiyeke dîrokî ya herêmê.
Pêşeroja Rojhilata Navîn divê pêşerojek be ku tê de gelên Kurd û Cihû, wek du neteweyên serbixwe û serwer, bi ewlehî bimînin, da ku aşitî, aramî, ewlehî û pêşketin li herêmê bi cih bibin. Pêşerojeke wiha, bêguman, bi xurtbûn û rêxistinbûna zêdetir a têkilî, hevkarî û hevpeymaniyên di navbera van her du gelan de ve girêdayî ye. Wekî din, siya reş a jenosîd, komkujî û tunekirinê wê li ser serê her du neteweyan bimîne.
Ji bo ronahî, azadî û pêşerojeke geş
Bijî Kurdistan
Bijî Îsraîl
Bijî dostanî û piştgiriya Kurdistan û Îsraîlê
